Îran: Em ê berpirsên Emerîkî û Îsraîlî heta cihê geştyariyê bişopînin

Hêzên Çekdar ên Îranê di daxuyaniya roja Înê de gefa ku ew ê li her derê berpirsên Emerîkî û Îsraîlî heta cihên geştyariyê bişopînin, xwar.

Berdevkê artêşê Ebulfazl Şekarcî ji televîzyona dewletê re axivî û got, "Em berpirs û efserên we yên tirsonek, pîlotên we yên şeytanî û leşkerên we dişopînin.”

Şekarcî gefa "Ji niha û pê ve, li gorî agahiyên ku me li ser we girtine, bajarokên geştiyariyê, cihên geştiyariyê û navendên şahiyê yên li çar aliyên cîhanê êdî ji bo we cihên ewle nînin."

ARAKÇÎ: MASEYÊN SAET 5

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bersiva daxuyaniyên rayedarên Emerîkî "em qezenc dikin" da û got, "Hikûmeta DYE’yê tiştekî dibêje, lê rastî tiştekî din dibêje.

Gava ku rayedarên DYE’yê îdîa dikin ku parastina hewayî ya Îranê hilweşiyaye, yek F-35 hat xistin. Dema ku ew îlan dikin ku hêza deryayî ya Îranê qediya ye, USS Gerald Ford paş vedigere û USS Abraham Lincoln hîn dûrtir diçe.

Serdemeke cuda, heman gotina 'em qezenc dikin'.

Medyayê ev yek ji bîr nekiriye; brifîngên ji eniyên pêş ên bi gotinên xeyalî tijî ne, wekî “Five O’Clock Follies (Maseyên Saet 5)” xwedî naveki xirab e.

Heke em werin îro: heman senaryo, dîmenek cuda. ​​Hegseth derdikeve ser dikê û peyama dide hin jî ji rastiyê dûr e.

Emerîkî jî ji bîr nekirine; li Vîetnamê dema ku bi sedan leşkerêm DYE’yê jiyana xwe ji dest dan û encama şer bi esasî zelal bû jî, General William Westmoreland ji bo dilê raya giştî rehet bike anîbûn welat û gotibû şer baş diçe. DYE ‘qezenc’ kiriye.”

ÎSRAÎLÊ QETILKIRINA GELEK FERMANDARNAN GIRT SER XWE

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan Îsmaîl Ehmedî ku wekî serokê şaxa îstîxbaratê ya Besîcê, milîseke paramîlîter a girêdayî Mihafizên Şoreşê tê nasîn, qetil kiriye.

Ehmedî roja 19’ê Adarê şeva Pêncşemê di pêla nû ya êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Îranê de hat qetilkirin.

Ev yek 48 saet piştî qetilkirina fermandarê berê yê Besîcê General Gulamreza Suleymanî pêk hat.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de wiha hat gotin, “Jiholêrakirina wî û serokê yekîneya (Besîcê), bi dehan fermandarên pilebilind ên rejîma Îranê li ser vê lîsteyê hatin zêdekirin û derbeyek din li pergalên fermandarî û kontrola ewlehiyê yên rejîmê dixe."

Her wiha di heman rojê de Îranê qetilkirina berdevkê Mihafizên Şoreşê Elî Mihemed Naînî piştrast kir. Artêşa Îsraîlê berpirsyariya vê êrîşê girt ser xwe. Hikûmeta Tel Avîvê ragihand ku Naînî “hatiye hedefgirtin û bêbandorkirin”.